شبكة لالش الاعلامية

Bi vîdeo – Ciwanek daxwazê ji hevalekî xwe dike destdirêjiya seksî li xwîşka wî bike

Bi vîdeo – Ciwanek daxwazê ji hevalekî xwe dike destdirêjiya seksî li xwîşka wî bike

BasNews – Ciwanek li Misrê daxwazê ji hevalekî xwe dike ku destdirêjiya seksî li hember xwîşka wî bike, ku ew wê bûyerê wek gefxwarinekî li dijî xwîşka xwe bikarbîne.

Bûyer li navçeyekî kiştûkaliyê ya bajarê Mensure ya li parêzgeha Deqheliye pêkhat û hemwelatiyan jî di torên civakî de girte videoya rizgarkirina wê jinê belav kirin.

Wek hemwelatiyên Misrê di torên civakî de behs dikin, kesekî xwestiye xwîşka xwe ya bi navê Esra Seîd a mamostaya zankoyê naçar bike ku mîrata xwe ji birayê xwe re bihêle, lê ew jine jî wê yekê red dike.

Birayê mamosta Esra Seîd daxwazê ji hevalekî xwe dike ku destdirêjiya seksî li hember mamosta Esra bike ku wêneyên wê destdirêjiyê bigre û bike kartekî givaşê û gefan lê bixwe, ku xwîşka wî jî naçar bibe beşa xwe ya mîratê xwe bo birayê xwe bihêle.

Di dema hewldana destdirêjiyê de mamosta Esra hewar dike û hemwelatî bi hewara wê ve diçin û wê rizgar dikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Agirê Newrozê li ser Kelha Kerkûkê tê vêxistin

Lalish Duhok

Dîndar Zêbarî: Em biryara Parlamentoya Almanyayê bilind dinirxînin

Lalish Duhok

Kurdên Êzidî piştevaniya pêşniyara Barzanî dikin

Lalish Duhok