شبكة لالش الاعلامية

Îro dê merasîmên şehîd kirina 312 hemwelatiyên Şingalê birêve diçin!

Îro dê merasîmên şehîd kirina 312 hemwelatiyên Şingalê birêve diçin!

BasNews – Berpirsê ofîsê bingeha Laleşê li Gir Izêr a qeza Şingalê diyar kir: ‘’Îro 14.08.2019ê salvegera şehîd kirina 312 hemwelatiyên Şingalê, ku sala 2007ê de bi wesayîtên bombe barkirî xwe nav xelkê sivîl de teqandin û nêzîk 1000 kesan şehîd û birîndar bûn û dê merasîm birêve biçin.’’

Berpirsê ofîsa bingeha Laleşê li Gir Izêr a qeza Şingalê Seîd Teter ji BasNewsê re ragehand: ‘’Wek îro roja 14.08.2007ê çend wesayîtên bombe barkirî qesda nav wargeha Sîba Şêx Xidir û Gir Izêr a qeza Şingalê kirin, wan wesayîtên bombe barkirî xwe nav xelkê sivîl de teqandin û di encamê de 312  niştecîhên Sîba Şêx Xidir û Gir Izêr li qeza Şingalê hatin şehîd kirin û bêhtirî 700 kesan jî birîndar û bê serûşûm bûn. Îro li wargeha Xankê ya ser bi parêzgeha Duhokê ve me çalakiyên rêzgirtinê bo şehîd kirina karesata Sîba Şêx Xidir û Gir Izêr rêkxistine.’’

Serokê Civata qeza Şingalê Weyis Nayif jî ji basnewsê re got: ‘’Wê demê xelkê me nekarî birîndarên xwe rêbike nexwaşxaneyên Iraqê û bêhtirê birîndaran bo nexwaşxaneya lezgîna parêzgeha Duhokê hatin rêkirin û çareser kirin. ji wê demê ve jiyana xelkê me di metirsiyê de ye, em baş dibînin eger herêma Kurdistanê alîkar û piştevaniya Şingalê neke dê berdewam rastî pirsgirêkan bê.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serdana Dibistana Amadeya Xankê ya têkel ya awareyan

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Lalish Duhok

Mehmûd Êzîdî: Êdî êzîdiyan rastiya PKKê zanîne

Lalish Duhok