شبكة لالش الاعلامية

DAIŞê li Kerkûkê êrîşî binkeyeke dengdanê kir

DAIŞê li Kerkûkê êrîşî binkeyeke dengdanê kir

Kerkûk (K24) – Çekdarên DAIŞê li sînorê Kerkûkê êrîş kirin ser binkeyeke dengdanê.

Nûçegihanê Kurdistan24ê ji Kerkûkê ragihand; çekdarên DAIŞê li gundê Setîhî yê ser bi bajarokê Reşad ê li sînorê parêzgeha Kerkûkê, êrîş kirin ser binkeyeke dengdanê.

Li gor zanyariyên nûçegihanê me, hîn jî şer û pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê  çekdarên DAIŞê berdewam e.

Ev di demekê de ye ku vê êvarê Rêveberê Pêwendî û Ragihandinê yê Wezareta Navxwe ya Iraqê Se’d Mien ragihand; plana parastina proseya hilbijartinan û navendên dengdanê bi temamî bi ser ket.

Se’d Mien diyar kir ku ev yekem car bû piştî 2005an proseya dengdana hilbijartinan birêve diçe û qedexeya hat û çûnê nehat ragihandin û plana ku hatibû danîn ji bo parastina navendn dengdanê serkeftî bû.

Îro yekşemê 10ê Cotmeha 2021ê proseya dengdana giştî ya hilbijartinên gera pêncem a Parlamentoya Iraqê birêve çû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî Ez gelek nîgeran im

Lalish Duhok

Amerîka dê pêşwaziya 10 hezar penaberên Sûriy bike

Lalish Duhok

Aştî Koçer: Çend sale YNK û PKK û Heşdî Şeibî nav Şingalê ne û nikarin asayîşa bajarekî dabîn bikin

Lalish Duhok