شبكة لالش الاعلامية

PDK: Ji bo cîbicîkirina madeya 140 yekrêziya navxwe ya Kurdistanê pêwîst e

PDK: Ji bo cîbicîkirina madeya 140 yekrêziya navxwe ya Kurdistanê pêwîst e

Hewlêr (K24) – Îro piştî civîna Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serperiştiya Serok Barzanî, daxuyaniyek hat belavkirin û hat diyarkirin ku PDK pêngavên pêwîst ên ji bo hemahengî û hevfêmkirin û hevpeymaniyan dinirxîne, bi awayekî ku di xizmeta welatiyên Iraqê, bi taybetî jî di xizmeta welatiyên Kurdistanê de be.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku îro 14ê Cotmeha 2021ê bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî civînek hat kirin û di civînê de spasî û pêzanînên ji bo cemawer û kadro û endam û xelkê xweragir ê sînorê Kerkûk, Şingal, Xaneqîn, Mexmûr, Zumar, deşta Neynewa  û hemû deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê ji bo piştevaniya wan a mezin hat nîşandan.

Herwiha di civînê de spasî û pêzanînên ji bo berpirs û kadro û cemawerên hemû organên PDKê hat nîşandan, ku ji bo serkeftina namzedên partiyê û serxistina proseya dengdanê bi dilsozî û bêwestan xebitin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Iraq di qonaxeke hestyar re derbas dibe û partiya me di wê baweriyê de ye ku hikumraniya Iraqa Federal pêwîstiya wê bi rêkxistineke serdemî heye, da ku bikare di asta daxwaz û xwestekên hemû pêkhateyên xwe de be û kêşeyan çareser bike.”

Herwiha hatiye destnîşankirin: “Çareseriya kêşeyan bi rêya destûrê, dê bibe sedema seqamgîrî û aştiya civakî, bi taybetî jî cîbicîkirina madeya 140 a destûrê û yekalîkirina hemû kêşeyên çaresernekirî yên navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêmê, ji bo vê mebestê jî, yekrêzî û tebayiya navxwe ya Kurdistanê pêwîst e û bi hev re karkirin û parastina berjewendiyên me yên bilind ên netewî û niştimanî û bidestxistina mafên pêknehatî, erkê me hemûyan e.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî bo fraksiyona PDKê li Bexda: Bi armancên stratejiyên gelê Kurdistanê pêbend bin

Lalish Duhok

Li ser bilindkirina rola jinan di navendên biryardanê de (Parêzgeha Dihokê wek mînak)

Lalish Duhok

Serok Nêçîrvan Barzanî، sersaxyê li malbata xudê jê razî Şêx Şamo d‌iket

Lalish Duhok