شبكة لالش الاعلامية

Amerîka: Em ê NATOyê bihêz bikin

Amerîka: Em ê NATOyê bihêz bikin

BasNews– Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin ragihand; rojên pêncşem û înê, wezîrên berevaniyê yên welatên endamên NATOyê li Brukselê dê li ser çend mijarên girîng ên cîhanê gotûbêj bikin.

Lloyd Austin ragihand; mijara Efxanistan û teknolojiya Rûsyayê, herwiha rewşa NATOyê, dê li Brukselê were gotûbêjkirin.

Herwiha Austin eşkere kir: “Ji bo bihêzkirina NATOyê, em dest bi pêkanîna hevpeymaniyeke nû ya serbazî dikin.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî ragihand; wezîrên berevaniyê yên NATOyê li ser Efxanistanê dê gotûbêj bikin, bi taybetî ji bo ku nehêlin ew welat bibe pêgehek ji bo komên terorîstî.

Jens Stoltenberg herwiha diyar kir; niştecîkirina efxaniyên ku di dema vekişîna artêşa Amerîka û hevpeymanan û NATOyê de ji welatê xwe derketin, dê mijareke din a civînê be.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kurdistan çar, kurd jî çil û çar parçe ne!

Lalish Duhok

Li Amedê 9 jinên ducanî ku vaksîn wernegirtine canê xwe ji dest dane

Lalish Duhok

Beşdarîbûna Mala Êzdiyan, a di şahiya bajar û xelqên Oldenburg‘ ê de pîroz dikim!

Lalish Duhok