شبكة لالش الاعلامية

Amerîka: Em ê NATOyê bihêz bikin

Amerîka: Em ê NATOyê bihêz bikin

BasNews– Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin ragihand; rojên pêncşem û înê, wezîrên berevaniyê yên welatên endamên NATOyê li Brukselê dê li ser çend mijarên girîng ên cîhanê gotûbêj bikin.

Lloyd Austin ragihand; mijara Efxanistan û teknolojiya Rûsyayê, herwiha rewşa NATOyê, dê li Brukselê were gotûbêjkirin.

Herwiha Austin eşkere kir: “Ji bo bihêzkirina NATOyê, em dest bi pêkanîna hevpeymaniyeke nû ya serbazî dikin.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî ragihand; wezîrên berevaniyê yên NATOyê li ser Efxanistanê dê gotûbêj bikin, bi taybetî ji bo ku nehêlin ew welat bibe pêgehek ji bo komên terorîstî.

Jens Stoltenberg herwiha diyar kir; niştecîkirina efxaniyên ku di dema vekişîna artêşa Amerîka û hevpeymanan û NATOyê de ji welatê xwe derketin, dê mijareke din a civînê be.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

” Josef Benitkikun ” ji wezerata karê derveya Amrîkî u berpirsê doseya Îraqî bi şandeka Êzidyan re civîya.

Lalish Duhok

Pira herî dirêj a Herêma Kurdistanê li ser Çemê Zê yê mezin hatiye ava kirin

Lalish Duhok

Peyamek ji Serok Barzanî derbarê posta Serokomariya Iraqê de

Lalish Duhok