شبكة لالش الاعلامية

Li Ranyayê berpirsekî leşkerî hat kuştin

Li Ranyayê berpirsekî leşkerî hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Ranyayê ya ser bi Silêmaniyê ve di encama êrişeke çekdarî de berpirsekî serbazî hat kuştin.

Çavkaniyeke ji Asayişa Ranyayê ji Rûdawê re ragihand ku teqe li berpirserkî serbazî hat kirin û canê xwe ji dest da. Li gor vîdeoya ku bi destê Rûdawê ketiye Fermandarekî hêzên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Murad Kanî Kurdayî ku nêzîkî Hevserokê YNKê Lahûr Şêx Cengî ye û 2 pasewanên wî di otomobîlê de rastî êrîşeke çekdarî hatine.

Herwiha çavkaniyeke ji Nexweşxaneya Ranyayê jî ragihand ku cenazeyê du kesên ku bi guleyan hatine kuştin, bo nexweşxaneyê hate şandin.

Li gorî agahiyên berdest, di dema teqekirinê de gule li Murad Kanî Kurdayî û du pasevanên wî ketine û ew rakirine nexweşxaneyê.

Herwiha tê gotin ku Murad Kanî Kurdayî kesekî nêzîkî Hevserokê YNKê Lahûr Şêx Cengî bûye ku ji posta xwe hate dûrxistin.

Murad Kanî Kurdayî û Lahûr Şêx Cengî

Murad Kanî Kurdayî û Lahûr Şêx Cengî

Ji aliyê din ve li ber Nexweşxaneya Ranyayê hejmareke zêde ya xelkê kom bûye û heta niha kuştina wan ji aliyê ti berpirsekî fermî ve nehatiye piştrastkirin

Berî bûyerê 4 saetan Kurdayî li ser Facebookê peyamek parve kiribû û gotibû “Ez li Rêveberiya Polîsan a Raparînê li ser erka xwe ye me”.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hazim Mîr Tehsîn Beg: Daxwaza me ewe ku, welatên cîhanê kareseta Şingalê wek cînosayid nasbikin

Lalish Duhok

Kurdên Êzidî li 95 gundên Rojavayê Kurdistanê niştecî ne

Lalish Duhok

Serok Barzanî ji bo gihandina sersaxî û hevxemiya xwe serdana Konsulxaneya Kuweytê kir

Lalish Duhok