شبكة لالش الاعلامية

Îmaratê ji bo weberhênana li Tirkiyê 10 milyar dolar veqetand

Îmaratê ji bo weberhênana li Tirkiyê 10 milyar dolar veqetand

Hewlêr (Rûdaw) – Îmaratê ji bo weberhênana li Tirkiyê foneke bi qasî 10 milyar dolarî veqetand. Herwiha herdu banakeyên navendî yên Îmarat û Tirkiyê  di navbera xwe de peymana hevkariyê îmze kirin.

Serokê Lijneya Rêveberiya Holdînga Geşepêdana Ebû Debiyê Mihemed Hesen Al Suweydî piştî merasima îmzaya peymanê ya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Şazadeyê Cihnişînê Îmaratê Mihemed Bin Zayid El Nahyan li Kulliyeya Serokomariyê encam dan, daxuyanî da rojnamevanan.

Al Suweydî tekezî li wê yekê kir ku Şazadeyê Cihnişînê Îmaratê Mihemed Bin Zayid El Nahyan li ser daweta Serokomar Erdogan çûye Tirkiyeyê û wiha got, “Îmaratê ji bo weberhênana li Tirkiyê foneke bi qasî 10 milyar dolarî veqetandiye.”

Peymana di navbera Kompaniya Lima a Abû Dabî û Fona Samanê ya Tirkiyê ji aliyê Serokê Giştî yê Kompaniya Lima a Abû Dabî Mihemed Al Shamasî û Rêveberê Giştî yê Fona Samanê ya Tirkiyê Arda Ermut ve hat îmzekirin.

Ji aliyê din ve Banka Navendî ya Komara Tirkiyeyê û Banka Navendî ya Îmaratê di navbera xwe de peymana hevkariyê îmze kirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro 24ê Mijdara 2021ê bi merasimeke fermî pêşwazî li Şazadeyê Cihnişînê Îmaratê Mihemed Bîn Zayîd El Nahyan kir.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hazim Mîr Tehsîn Beg: Daxwaza me ewe ku, welatên cîhanê kareseta Şingalê wek cînosayid nasbikin

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî li Waşingtonê: Bêyî serxwebûna Kurdistanê her tişt di xeterê de ye

Lalish Duhok

Rûsya: 2 hezar çekdar ji Sûriyê û Iraqê vegeriyane Ewropayê

Lalish Duhok