شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Finlenda li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Finlenda li Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5/12/2021ê pêşwazî li Balyozê Finlenda li Iraqê Matti Lassila kir.

Di hevdîtinê de, rewşa giştî ya Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Finlandayê hatin guftûgokirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Finlandayê kir ku di çarçoveya Hevpeymaniya NaVdewletî ya li Dijî DAIŞê de, hevkariya hêza Pêşmerge kiriye bi taybet di warê rahêneriya serbazî de.

Herwiha tekezî li girîngiya xurtkirina hevahengî û hevkariya civaka navdewletî ji bo rûbirûbûna gefên teroristên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê kir.

Balyozê Finlandayê ji bilî amajedana bi rola erênî ya revenda Kurdî li Finlandayê, daxwaza welatê xwe ya pêşvebirina pêwendiyan bi Iraq û Herêma Kurdistanê re bi taybetî di warê baziganî û weberhênanê de nîşan da.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş harîkaryên mirovî li ser 100pekkeftî û xêzanên kem deramet belavkirin

Lalish Duhok

Bi video: wê lijneke vekolînan ji bo gorên bi com were danîn

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî bo Yûrî Nebiyev peyama sersaxiyê belav kir

Lalish Duhok