شبكة لالش الاعلامية

Wezareta Tendirustiyê: 12 kesên din bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustiyê: 12 kesên din bi Koronayê mirine  

BasNews– Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 210 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 12 kesan canê xwe ji dest dane. 

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 210 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 113 kes li Hewlêrê, 57 kes li Silêmaniyê, 29 kes li Duhokê, 10 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 12 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 5 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê û 2 kes li Germiyanê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 403 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 376868

Mirin: 6926

Başbûn: 365071

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Pentagon: DAIŞ dawî pêgehên xwe ji dest dide

Lalish Duhok

Mihemed Helbûsî careke din bû Serokê Parlementoya Iraqê

Lalish Duhok

Felsefeya Xwedawendî Manewî

Lalish Duhok