شبكة لالش الاعلامية

Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê: Pêla çarem ya Koronayê li Herêma Kurdistanê belav bûye

Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê: Pêla çarem ya Koronayê li Herêma Kurdistanê belav bûye

BasNews – Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê dibêje, pêla çarem ya Koronayê û vîrusa nû ya bi navê Omîkron li Herêma Kurdistanê belav bûye.

Wezîrê tenduristiya Kurdistanê, dr. Saman Berzencî di peyameka vîdeoyî de ragehand, pêla çarem ya Koronayê û vîrusa nû ya wê nexweşiyê Omîkron li Herêma Kurdistanê belav bûye.

Dr. Saman Berzencî di vîdeoyê de dibêje, divê tedbîrên xweparastinê zêdetir bên kirin, vaksînê li xwe bidin, maskê bikar bînin û ji cihên qerebalix dûr bikevin.

Wezîrê tenduristiyê ji welatiyan xwast, eger nîşanên nexweşiyê di wan de hebin bila serdana navendên Koronayê bikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Firokeyeke Tirkiyê otomobîlek li Qamişlo armanc kir

Lalish Duhok

Serokê Bingehê Laliş: Peyama Serok Barzanî hêvîbexş bû bo Êzdiyan

Lalish Duhok

Barzanî û konsilê nû yê Frensa li Hewlêrê kombûn

Lalish Duhok