شبكة لالش الاعلامية

Heca Kurdên Êzidî yên ji Rûsya û Kazaxistanê li Lalişê

Heca Kurdên Êzidî yên ji Rûsya û Kazaxistanê li Lalişê

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke Kurdên Êzdî yên Rusya û Kazaxistanê seredana perestgeha Laliş kirin, ku hinek ji wan yekem car e tên pestgeha xwe dibînin. Di dema serdanê şandê çend rêwresman pêk anîn.

Şand ji beşdarbûyên kongreya Revenda (diyaspora) Kurdî ku li Hewlêrê birêve çû pêk hat, ku di nav wan de karsaz, niviskar û siyasetmedar hebûn.

Endamê şandê Hesen Wezo dibêje “Kal û bavên me ji me regelek behsa Laleşa nûranî kirye ku heca me ye. Ez bi xw cara yekem e tême Laleş. Ev der tişteke gelek kev û dîrokî ye, mirov li vê derî ruhê kal û bavên xwe dibîne.”

Li gorî mezinde yên wan hejmara Kurdên li welatên Yeketiya Sovyeta berê dijîn du navbera 300 ta 400 hezar kes in. Hinek ji wan di dema şerê cîhanî yê yekê de ji Bakurê Kurdistanê penaber bûne û hinek jî bi fermanên pêştir çûne wan Welatan.

Serokê Komela Berbang ya li kazaxistanê Ezîz Eziyov- “Em hatîne ziyaret, her yek bi dilê xuda bêje ava zemzemê bînin, her tiştî kî cara yekê hatiye ev titşekî gelek baş e. Lazime her wextê vê bizanibin. Slavên min li hemû Kurdan heye eve ziyareta me Kurdan e.”

Laliş perestgeha serekî ya Kurdên Êzdî ye, ku li gorî amarên Rêveberî Giştî ya Karûbarên Êzdiyan ya Herêma Kurdistanê hejmara wan li cîhanê nêzîkî yek milyon kes in.

Ji ber wan ferman û jenosîdên bi serê Kurdên Êzdî hatine, li gelek welatan belav bûne û yek ji wan jî Yekîtiya Sovyeta berê ye. Hinek ji wan bêtirî sed sal e li wê derê dijîn, lê hê jî xwe weke penaber dibînin û dibêjin Kurdistan welatê me yê resen e.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî li gel Serkirdatiya Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistanê û Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê civiya

Lalish Duhok

Li Duhokê ji bo malbatên dubare koçber dibin lijneyek hatiye ava kirin

Lalish Duhok

Mîrê ezidîyan seredana îdara serbexo ya Zaxo kir.

Lalish Duhok