شبكة لالش الاعلامية

ŞINGAL – Di êrişa Tirkiyê de berpirsekî YBŞê jiyana xwe ji dest da

ŞINGAL – Di êrişa Tirkiyê de berpirsekî YBŞê jiyana xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) Tirkiyê êrişî navçeya Şingalê kir û li gor medyaya fermî ya wî welatî di encama êrişê de berpirsekî mezin ê Yekînetên Berxwedana Şingalê (YBŞ) jiyana xwe ji dest daye.

Ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê îro ragihand, ku Saziya Istixbarata Netewî ya wî welatî (MÎT) êrişek li Şingalê pêk aniye û di êrişê de berpirsekî YBŞê yê bi navê Silêman Şemo Yusuf bi navê kod “Azad” jiyana xwe ji dest daye.

Hatiye ragihandin, ku Silêman Şemo Yusuf Berpirsê Hêzên Taybet ên YBŞê li Şingalê bûye.

Li gor vê çavkaniyê, di êrişê de otomobîla berpirsê YBŞê Silêman Şemo Yusuf li herêma Bab Şilo hatiye armanckirin û di encamê de wî berpirsê YBŞê jiyana xwe ji dest daye. 

Sala 2021an di êrişeke din a Tirkiyê de, Fermandarê Giştî yê YBŞê Hesen Seîd Hesen bi navê kod “Seyîd” jiyana xwe ji dest dabû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şandekî Senterê Vekolînên Kurdî li Zankoya Zaxo serdana Bingehê Laliş kir

Lalish Duhok

Barzanî: Kurdistan dê weke navenda pêkvejiyana hemû netew û olan bimîne

Lalish Duhok

Hevpeyvîna bi rêzdar Pir Xelat Elias ra li ser pirsgirêka bikaranîn anjî negotin xebera xirab e beşa II

Lalish Duhok