Mazlûm Kobanî ji Iraqê daxwaz dike ku Kurdên Êzidî biparêze
Hewlêr (Rûdaw) – Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî li ser kuştina yek ji fermandeyên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) Seîd Hesen peyamek belav kir û got: “Ev sûc li rêzesûcên şer ên ji aliyê Dewleta Tirkiyê ve pêk hatine, zêde bû.” Kobanî herwiha daxwazê jî hikûmeta Iraqê dike ku Kurdên Êzidî biparêze.
Fermandeyê Giştî HSDê Mazlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê twitterê têkildarî êrişa duh 16ê Tebaxa 2021ê ya bi rêya firokeyeke bê firokevan li dijî otomobîlek li navenda qezaya Şingalê ku di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û hejmarek kes jî birîndar bûnê, daxuyanî da.
Mazlûm Kobanî dibêje: “Nûçeya şehîdbûna têkoşer Seîd Hesen û kurê birayê wî li Şingala dîrokî, em xemgîn kirin. Ev sûc li rêzesûcên şer ên ji aliyê Dewleta Tirkiyê ve pêk hatine, zêde bû.”
Kobanî herwiha got: “Divê Hikumeta Iraqê berpirsyariya parastina kêmneteweya Êzidî ku di dîrokê de gelek êş kişandine, hilgire.”
Duh Duşemê 16ê Tebaxê, firokeyeke bê firokevan otomobîlek li navenda qezaya Şingalê kir armanc, ku di encamê de 2 canê xwe ji dest dan û hejmarek kes jî birîndar bûn.
Derbarê êrişê de YBŞê ragihandibû ku êriş bi balafirên bê firokevan ên Tirkiyê hatiye kirin û, Fermandarê YBŞê Seîd Hesen û biraziyê wî yê şervanê YBŞê Îsa Xwedêda di êrişê de jiyana xwe ji dest dane û 3 kes jî birîndar bûne.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî