شبكة لالش الاعلامية

Barzanî: Pêşmerge serkeftinên mezin tomar kirîye

Barzanî: Pêşmerge serkeftinên mezin tomar kirîye

Çavkanî :Waar Media

Serokê herêma Kurdistanê ragehand; di şerê dijî terorê da, serkevtinên mezin li ser destê hêzên pêşmerge hatine tomar kirin.

Li gorî malperê fermî yê serokayetîya herêma Kurdistanê, îro li Pîrmam, Mesûd Barzanî serokê herêmê, pêşwazî li patrîyak Gorgîsê sêyê, patrîyakê kenîseya rojhelata aşurî li cîhanê û Îraqê û şandeka digel da kir û di kombûna herdu alîyan da, şanda aşurî, spasîya Barzanî û hêzên pêşmerge kir ku pêkhateyên olî û neteweyî parastîne û deverên wan rizgarkirine û pesna peyam û sîyasetên Barzanî, li hember xirîstîyanên Kurdistanê û Îraqê kir.

Dîsan şanda aşurî, hewlên hikûmet û gelê Kurdistanê, di alîkarîkirin û hewandin û dabînkirina pêdvîyên jîyanê da bo awareyan bilind hilsengandin û ragihandin ku ev dê bibe handereka bihêz ku hemû Xirîstîyan carek din vegerin cihên xwe û li Kurdistanê berdewamîyê bi jîyana xwe bidin.

Ji alîyê xwe ve serokê herêma Kurdistanê, basê rewşa şerî û hemahengîya di navbera pêşmerge û supayê Îraqê da kir û ragehand; di şerê dijî terorê da, serkevtinên mezin li ser destê hêzên pêşmerge hatine tomar kirin.

Da zanîn jî ku terorîstên Daişê, kavilkarî û wêrankarîyeka mezin li dûv xwe hêlaye û pêdvîye ew dever hemû careka din bên avakirin, bo vê yekê jî, hewlên rijda civaka Navdewletî pêdvîye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nûnerên 9 ol û baweriyên cuda li ser sifreyekê hatin ba hev

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî: Siberoja Iraq û Herêma Kurdistanê bi hemû cûre kirina çavkaniyên dahatê ve girêdayî ye

Lalish Duhok

Serok Barzanî di serê sala nû de tekezî li peyama aştîxwazane û çanda pêkvejiyanê dike

Lalish Duhok