شبكة لالش الاعلامية

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkefta cejna Newrozê

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkefta cejna Newrozê

Bi minasebeta cejna Newroz û sersala nû ya Kurdî, germtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya Kurdistaniyan, bi taybetî pêşmergeyên qehreman, hêzên asayîşa navxwe û kesûkarên serfiraz yên şehîd û enfalan dikim.

Hêvî dikim rojên cejnê di nava rewşeke aram, şadî û xweşî de biser berin, daxwaz ji welatiyan dikim di dema seyranê de paqêjiya jîngehê biparêzin û rêkarên hatinçûnê jî cîhbicîh bikin.

Di dirêjahiya dîrokê de Newroz bo gelê Kurdistanê herdem sembola berxwedan, rûbirûbûna sitem û zordariyê û domandina xebat, azadî û rizgarbûnê bûye. Gelê Kurdistanê niha jî berdwam e li ser xebatê bo parastin û berevanîkirin ji mafên xwe yên destûrî, bi ti awayî jî ne amade ye di bin ti zextekê de dev ji xwestek û mafên xwe yên netewî berde.

Bi minasebeta Newrozê careke din em diyar dikin ku Herêma Kurdistanê weke her car faktereke girîng ya aramî û aştiyê li deverê de dibe û ti car nabe sedema gef û metirsiyan bo ti aliyekê, belku berovajî herdem li kêleka berevanîkirin ji mafên xwe yên destûrî, xwedan roleke girîng û berçav jî bûye bo pêşdebirina çanda lêborîn û bihevre jiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên curbicur yên Herêma Kurdistan û Îraqê de.

Newroza we pîroz be, Xwedayê mezin Kurdistan û Kurdistaniyan biparêze.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş tayê Sinûnê qaremanya Volîbolê li Şingalê bi dawî anî

Lalish Duhok

Ji bo Kurdên Êzidî kampeke nû

Lalish Duhok

Li Pakistanê teqîna tankerê bû sedemê mirina 123 kesan!

Lalish Duhok