شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî û Muqteda Sedir sebaretî pêkanîna tifaqê pîrozbahî li hev kirin

Serok Barzanî û Muqteda Sedir sebaretî pêkanîna tifaqê pîrozbahî li hev kirin

BasNews – Serok Mesûd Barzanî û rêberê bizava Sedir, Muqteda Sedir pêkanîna Tifaqa Rizgariya Niştiman li hev pîroz kirin.

Ofîsa Muqteda Sedir ragehandiye, vê êvarê Serok Barzanî û Muqteda Sedir pêwendiyeka telefonî pêk anîn.

Ofîsê daye zanîn, di wê pêwendiyê de Barzanî û Sedir behsa pêkanîna Tifaqa Rizgariya Niştiman di navbera PDK, Sedir û erebên sunnî de û destnîşankirina kandîdên Tifaqê bo serkomariyê û serokatiya hikûmeta Iraqê kirin û bi wê helkeftê pîrozbahî li hev kirin.

Îro li Bexdayê, şandên PDK û Sedir û erebên sunnî li hev civiyan û tifaqa navbera xwe de wek Tifaqa Rizgariya Niştimanî ragehandin.

Di civîna han de kandîdê PDKê Rêber Ehmed wek kandîdê fermî yê Tifaqê bo serkomariyê û kandîdê Sedir bo serokatiya Hikûmetê jî wek kandîdê Tifaqê bo serokatiya hikûmetê hatin destnîşankirin.

Tifaq Rizgariya Niştiman wek mezintirîn firaksyona parlementoya Iraqê hat binavkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrour Barzanî Cejna Qurbanê pîroz di ke

Lalish Duhok

Li Ermenistanê çiqas Kurdên Êzdî hene?

Lalish Duhok

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Adil Ebdulmehdî re hevdîtin kir

Lalish Duhok