شبكة لالش الاعلامية

Zêdetir ji 500 xwandevanên êzdî bûne qurbana siyaseta xelet a PKKê

Zêdetir ji 500 xwandevanên êzdî bûne qurbana siyaseta xelet a PKKê

 Rêveberê perwerdeya zimanê kurdî li Şingalê ragehand, ji ber şer û nakokiyên di navbera PKKê û hêzên Iraqê heta naha zêdetir ji 500 xwandevan koçberî Duhokê bûne û bûne qurbana wî şerî.

Rêveberê perwerdeya zimanê kurdî li Şingalê Mêser Hacî ji BasNewsê re ragehand: Zêdetir ji 500 xwandevanên bi zimanê kurdî hatine parêzgeha Duhokê û bi biryara wezîrê perwerde ya hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû asankariyek ji bo wan hatiye kirin.

Herwaha got: ‘’Ew xwandevanane li parêzgeha Duhokê hemû dikarin di dibistanên herî nêzîkî xwe beşdarî ezmûnan bibin û bi biryara wezîr mafê wan ê beşdarbûnê naşkê û wezareta perwerdê li ser xete ji bo wê.’’

Navborî got: Hemû amadekariyek hatiye kirin ji bo hatina xwandevanên din jî eger koçber bibin û ewên dixwazin di dibistanên xwe de jî beşdarî ezmûnan bibin ji bo wan jî hemû asankariyek dê bê kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serkomariya Iraqê: Hebûna PKKê li Iraq û Herêma Kurdistanê ne yasayî ye

Lalish Duhok

Bi wêne…Merasima cejna dayîkbûna Hezretî Mesîh li Kurdistanê birêve çû

Lalish Duhok

Şengal – 30 gorên bi kom hatine dîtin

Lalish Duhok