Haluk Öztürk :GEŞTNAMEYEK beşa 2ê
BEŞ II
Di gera me ya nav Geliyê Zîlan da rêberê me kek Şefîk qise dike, cî û deran nîşanî me dide, li ku çi qewimîye, paşê çawa bûye behs dike. Behsa mexdûrên Geliyê Zilan yên ku bi alîkariya Xalis Begê xwe avêtine deşta Intabê (Dutaxê) û xwe ji kuştinê xilas kirine kir. Min ew axaftina wî jî hilda vîdeoyê. Em gudarî dikin, lê hiş û aqil wan hovîtîyên ku li van şax û geliyan da hatine serê kurdan, qebûl nake, herçend em zarokên vî gelî ne jî, ez dixwazim wan rastiyan wek çîrokên ne rast bipejirînim û êş û giraniya wan ji hiş û aqilê xwe dûr bixînim. Lê nabe.. Piştî sed salî jî mina ku ew wehşet îro ciryane tê bar çavê mirov. Giranî sivik nabe… Mirov nikare mêjî bixapîne!
Ma qey hovîtiya dewleta devşirmeyan îro jî dom nake? Belê, tunekirina zimanê kurdî û kuştina çanda kurdan bi hemû hêza xwe dom dike. Li şûna ku eskerên wan singuyên xwe di zikê jinên kurd ra bikin, komkujîya xwînî bikin, îro bi hêsanî zimanê tirkî diêxin devê jin û zarokên me. Wan ji mêjda zemîn ji bo armanca xwe ya tirkîkirinê re xweş kirine… Ew zimanê kurdan seqet û tune dikin! Jenosîda sipî bi lez û bez pêşda dibin! Em, yên îro jî di nav komkujiyeke teze da ne, lê piraniya kurdan ji komkujîya sipî bê hay in. Nizanin ku çi hatiye serê wan, çi xirabî diqewime. Mixabin!
Dema em hatin şeqa Gelî ya bi navê Hesenevdalê, kek Şefîq ciyekî komkujîyê ji dûr ve nîşanda û got çend sal berê ji bo diyarkirina cî, sûrek li dor wê derê hat kişandin lê dewletê ew xirabkir. Ango divê tu rêç û şopek jê nemîne!
Em hatin nav gundê Hesenevdalê, rêberê me kek Şefîq erebe sekinand bi zimanê tirkî bangî du keçikên li ser kaniyê kir; ji wan av xwest û sohbet kir. Me xwe negirt û ji wan pirskir ka ew kurmancî dizanin yan na? Keniyan û gotin belê em dizanin. Xudê qebûl neke heta li vî gelî jî kurmancî di xeterê da ye. Ev gundê Nazê ye, Nazê ya bextreş. Nazê ya ku destgirtiya Huso bûye. Ew herdu du ciwanên ku xwediyê evîneke bêmiraz in. Ji zaroktiya xwe heta niha min ji devê hemû dengbêjin herêmê trajediya evîna wan gudarî kirîye û dikim… Lê hêna jî , şano, opera û fîlmên baş li ser komkujiya Gelîyê Zîlan û evîna Nazê û Huso jî nehatine nivîsandin. Çawa bê nivîsandin? Di rewşa koletiyê da pêşketina hunerê çiqas dikare çêbibe?…
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî