شبكة لالش الاعلامية

Kemal Tolan: Li vê salvegera cejna cemaya mizgîniyekê bidine Êzdiyan û bibêjin, me destûrda ku qanûnên hesabê salnam, rojî, îd û erafatên Êzdîtiyê bikin yek..

Kemal Tolan: Li vê salvegera cejna cemaya mizgîniyekê bidine Êzdiyan û bibêjin, me destûrda ku qanûnên hesabê salnam, rojî, îd û erafatên Êzdîtiyê bikin yek..
Tora Laliş ya mediyayî
Cejna cemaya bi karê xêrê Şêx Adî li tevaya Êzdî û dostên Êzdiyan pîroz be !
Ez çavnêrî bûm ku, Mîrê Êzdiyên cîhanê û Babêşêx serokê „Meclisa Ruhaniyên Êzdîtiyê ya Bilind“ di vê salvegera cejna cemaya bi karê xêrê Şêx Adî, ya 2023 de mizgîniyekê bidine Êzdiyan û bibêjin, „me destûrda ku;
zane , rewşenbîr û oldarên civaka Êzdî, berpirsyarên mal û komelên Êzdiyan qanûnên hesabê salnam*1, rojî, îd û erafatên*2 Êzdîtiyê bikin yek,
„hemû şaşîtiyên ku, ji tirsa desthilatdarî û olên dagirker ve ketine nav ilim,qewl û çanda Êzdîtiya resen sererast bikin“*3.
Ciwanên Pîrê Hesin Mamanî , ji binemaleke Pîrantiyê bi zewicin da!
Û hwd.
Lê mixabin, min heta niya ti mizgîniyek ji wan ne bihîstiye û ez hêvî ji wan dikim ew erkên xwe bînine cîh!
Xwedê xêr û xilmeta hemû xizmetkaran û van kesên ku, bi libasên Êzdîtiyê beşdarî pîrozbahiya cemaya Şêx Adî bûne qebûl bike.
Kemal Tolan, xemxwar û berhevkarê kevneşopên Êzdîtiyê 07.10.2023
CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê lalish daxwaz ji Amrîka di ke ku harîkar bit ji bo rzgar kirina revandîyên Êzidî

Lalish Duhok

Ji ber barîna baranê gelek xaniyên xelkê Şingalê hilweşiyan

Lalish Duhok

Duhok – Termê Şêx Şamo li zêda wî hat veşartin

Lalish Duhok