شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîka li Iraqê kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîka li Iraqê kir

BasNews- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4ê Cotmehê pêşwazî Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîka li Iraqê David Berger kir.

Di hevdîtinê de pêşhatên dawî, rewşa giştî ya Iraqê û giringiya dabînkirina mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Her du alî li ser giringiya destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê di zûtirîn dem de hevnêrîn bûn.

Di mijareke din a civînê de, tekezê li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de hat kirin.

Berpirsên Karûbarên Balyozxaneya Amerîka li Iraqê spasiya alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo qurbaniyên şewata li Bexdîdayê (Hemdaniyê) kir û rewşa pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê de bilind nirxand.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Zanîngeha Zanstên Mirovatî supasyeka bê sinor arastey Bingehê Laliş dike

Lalish Duhok

Kurdên êzidî dixwazin hêzeke yekgirtî wan biparêze

Lalish Duhok

Başîk…Kurdên êzîdî dest bi vegera ser milk û malên xwe kirin

Lalish Duhok