September 08, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Ermenistanê çiqas Kurdên Êzdî hene?

Li Ermenistanê çiqas Kurdên Êzdî hene?

 Serokê Komeleya Êzdiyan a li Ermenistanê Xidir Hacoyan ji Rudawê ra da zanîn ku li Ermenistanê zêdetirî 40 hezar Kurdên Êzdî dijîn. Herwiha Hacoyan diyar kir ku ku li Ermenistanê ji bo Êzdiyan derfentên gelek zêde hene.

Li Ermenistanê hejmareke zêde ya Kurd hene û li wî welatî pêgeheke girîng a Kurdan bi taybetî jî Kurdên Êzdî heye. Bi salên dûr û dirêj e ku Kurdên Êzdî li Ermenistanê dijîn û çendîn komele û saziyên wan ava kirine.

Serokê Komeleya Êzdiyan a li Ermenistanê Xidir Hacoyan derbarê rewşa Kurdên Êzdî û jiyana wan de ji peyamnerê Rûdawê Pêşewa Bextiyar re axivî.

Serokê Komeleya Êzdiyan Xidir Hacoyan li ser çand û pîrozbahiyên Êzdiyan tekez kir ku di mala her Êzdiyekî de stêrk heye û di malê cihê pîroz cihê xwediyê malê ye û got “Di sala 1915an de dema fermanê de wexta Êzdî hatin vê derê, gelek tiştên pîroz do nav wan cilan de derbasî vê derê kirine. Di malên şêx û pîrên me de tişên pîroz hene. Êzdî diçin serê xwe li berê ditewînin. Li pişt min ala Êzdiyên Ermenistanê heye. Di tarîxa me de di sala 1988ê de yekem car hatiye bikaranîn. Wexta heca Êzdiyan destpê kir, ji bo naskirina Êzdî wek qewmî li Ermenistanê bi serokatiya Ezîzê Emer û bi rêveberiya şêx û pîrên me vê gavê ew al ji qewla hat derxistin. Wateya spî pîrozbahiya wê wekî miletê Êzdî cil spî ye û pîroz û mirovatiye û wateya sor dîsa her pîrozî ye û wateya fermana Êzdiyan e.”

“Zêdetirî 40 hezar Kurdên Êzdî li Ermenistanê hene”

Di derbarê hejmar û rêjeya Ezdiyan li Ermenistanê de Xidir Hacoyan wiha dide zanîn “Di sala 2011an de di hejmara Êzdiyan 35 hezar û 308 kes bûn lê niha 11 sal di ser de derbas bûye. Li gor tifaqa Ezdiyên li Ermenistanê zêdetirî 40 hezar Êzdî hene.”

Li ser pirsgirêk û peyweniyên di navbera Ermenî û Êzdiyan de Hacoyan da zanîn ku li Ermenistanê ji bo Êzdiyan derfentên gelek zêde hene û wiha berdewam kir “Di parlamentoyê de dengê me heye û li her derê miletê Êzdî xwe azad û serbest dibîne. Lê belê di nav Ermeniyan de jî, di nav Êzdiyan de jî pirsgirêk her hene, ew normal e, lê wek ku em bibêjin li dijî Êzdiyan tiştek tê kirin tiştek wisa tine. Bi taybetî ji bo kultura me di Komara Ermenistanê de gelek derfetên mezin hene, ji bo xwedîderketina ziman. Wek mînak rojanama me heye, di radyoyê de nûçeyên  Êzdîkî hene. Zarokên me di dibistanan de li zêdetirî 60 gund û bajaran ku li kê derê miletê Êzdî jiyana xwe derbas dike, ji koma yekê heta koma 12an dersên ziman û edebiyata Êzdîkî dibînin.”

Hacoyan di derbarê rewşa aborî û siyasî ya Êzdiyên li Ermenistanê jî dibêje “Miletê Êzdi li Ermenistanê di gelek deveran de hene. Herwisa para bêtir miletê me li rexê deşta Araratê bi axê û çandinyê ve girêdayî ne aboriya xwe bi wê ve derbas dikin. Yên li rexen çiya Elegezê bi ajeldariyê re mijûl dibin. Herwiha di hikûmetê de jê û karsazên Êzdî jî gelek hene. Li her derê tu dikarî Êzdiyan bibînî. Îro li Ermenistanê ti car nabêjin çima tu Êzdî yî.”

Peywendiyên Kurdên Êzdî yên Ermenistan û Şingalê

Serokê Komeleya Êzdiyan da zanîn ku peywendiyên Êzdiyên Ermenistanê û Êzdiyên Şingalê roj bi roj zêdetir dibe û got “Piştî fermanê ew pira di navbera Êzdiyên Ermenistanê û Êzdiyên Şingalê de hê zêdetir bû. Beriya wê çûyîn û hatin zef kêm bû. Helbet piştî çêkirina ziyaretê jî hin bêtir çêbûn. Îro çiqas diçe ew eleqetî baştir û bihêztir dibe.”

Xider Hacoyan bal kişand ser wê yekê ku li Rûsya û Ukraynayê jî gelek Êzdî dijîn û di şerê Rûsya û Ukraynayê de gelek Êzdî zirareke mezin dîtine û dibêje “Mixabin di dîrokê de em dibînin her wext miletê kêmjimar di şerê mezin de zirar dîtine.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi