شبكة لالش الاعلامية

Bingehê Laliş û Zankoya Musil dûpatî li xurtkirina peywendîyan kir

Bingehê Laliş û Zankoya Musil dûpatî li xurtkirina peywendîyan kir

 Tora Laliş/Duhok

Bi merema xurtkirina peywendîyan,îro Çarşembûyê 5î Nîsana 2023, şandekê Bingehê Laliş bi serperiştîya berêz “Faris Kitî” berpirsê beşê peywendîyan li Bingehê Laliş û digelda endamên Desteya Bilinda Bingehê Laliş her êk ji “Es’ed Reşîd” û “Cim’e ‘bdîko” û “Dyarîn Xudêda”, seredana serokatya Zankoya Musilê kir.

Şandê bingehê laliş ji layê Serokê Zankoya Mûsil berêz Pirofîsor” D.Qusey Elahemdî ” ve hate pêşwazîkirin.

Di vê seredanê da çendîn babetên giring keftne ber gift û goyê,ji wan jî xurtkirina peywendyên herdû layan,rewşa qutabyên Êzidî li zankoya Mûsil,qonaxên vekirina çend beşên zankoyê li devera Şingalê.

Her dîsan weşanên nû yên Bingehê Laliş pêşkêşî serokê zankoyê hatin kirin, ji layê xove jî serokê zankoyê supasya şandê navbirî û Bingehê Laliş kir ji ber piştevanî ya wan ya berdewam digel qutabyên Êzidî.

li dawyê jî pirofîsor D.Qusey Elahemdî wek rêzgirtin logoyekî supasî û rêzgirtinê yê zankoyê pêşkêşî şandê Bingehê Laliş kir.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş salvegera bîrewerîyên Komkujîyên Gir’zêr û Sîba Şêxidrê û gundê Koço  bi çendîn çalakiyan saxkir

Lalish Duhok

137 Keçên Rojê xola pilingên Zêrevanîya ya pêşmergehên Kurdistanê bi dawî anîn.

Lalish Duhok

Lêkolîn li ser komkujiên Şingalê destpê kir

Lalish Duhok