شبكة لالش الاعلامية

Şandekê Bingehê Laliş seredana Parêzgeha Neynewa kir

Şandekê Bingehê Laliş seredana Parêzgeha Neynewa kir

Tora Laliş/Duhok

‎Îro Çarşembûyê, şandekê Bingehê Laliş bi serperiştîya berêz “Faris Ketî” Berpirsê Beşê Peywendîyan li Bingehê Laliş û ligel endamên Desteya Bilinda Bingehê Laliş her êk ji “Es’ed Reşîd” û “Cim’e ‘bdîko” û “Diyarîn Xudêda”, serdana Parêzgeha Muslê krin û ji layê mafperwer”Sîrwan Rojbeyanî” cêgirê êkê yê parêzgarê Neynewa ve hatine pêşwazîkirin

Li pêşîyê berêz Faris ketî berpirsê beşê peywendyan li bingehê laliş bas li xurtkirina peywendîyên herdû layan û karkirin û encamdana çalakyên hevpişk kir, her dîsan ronahî xiste ser harîkarîkirina xelkê me yê Şingal di nava kempan û dewruberanda.

ji layê xove cêgrê parêzgarî dûpatî li wê çendê kir ku li cejna Sersala Êzidiyan dê destê harîkaryê bi hevkarî digel Bingehê Laliş dirêjken.

Her di çarçovê vê seredanê da şandê navbirî seredana mafperwer “Rif’et Simo” harîkarê kargêrî yê Parêzgarê Neynewa jî kir.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî: Divê em hemû hewlên xwe bidin bo dabînkirina asayişa av û xorakê

Lalish Duhok

Di êrîşa başurê Daqoqê da pêşmerge zêdetir ji 80 terorîstên Daişê kuştin

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransa li ser rewşa Iraqê gotûbêj kirin

Lalish Duhok