شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî: Ez bi kêfxweşî pêşwaziyê li rêkeftina navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim

Nêçîrvan Barzanî: Ez bi kêfxweşî pêşwaziyê li rêkeftina navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de peyamek belav kir û pesnê rola Serokwezîrê Iraqê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da, ku bi ruhekî erênî ji bo çareseriyê, karîn bigihin hevtêgihiştin û rêkeftinê.

Îro Sêşemê 4ê Nîsana 2023an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ew bi kêfxweşiyê ve pêşwaziyê li rêkeftina îro ya di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dike.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Em dupat dikin ku Herêma Kurdistanê, wek her tim, amadeye bi diyalog û li hevtêgihiştinê pirsgirêkan li ser esasê destûrê çareser bike ku di berjewendiya hemû Iraqê de ye û dibe sedema aramiya siyasî û aborî li welat.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:

Ez bi kêfxweşiyê ve pêşwaziyê li rêkeftina îro ya di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dikim.

Ez rola birêz Serokwezîrê Iraqa Federal û birêz Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bilind dinirxînim ku karîn bi ruhekî erênî ji bo çareseriyê bigihin hevtêgihiştin û rêkeftinê. Ez destxweşiyê li wan dikim.

Spas ji bo tîmên her du aliyan ku gotûbêjeke serkeftî bi rêvebirin ku berhema wê bû ev rêkeftin. Em hêvîdar in ku ew rêkeftin wek xwe bê cîbicî kirin û bibe destpêka çareserkirina pirsgirêkên din jî.

Em dupat dikin ku Herêma Kurdistanê, wek her tim, amadeye bi diyalog û li hevtêgihiştinê pirsgirêkan li ser esasê destûrê çareser bike ku di berjewendiya hemû Iraqê de ye û dibe sedema aramiya siyasî û aborî li welat.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

4/4/2023

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîka li Iraqê kir

Lalish Duhok

“Nivîsîngeha Laliş li Duhokê harîkaryên darayî li ser xwendekarên Şingalê belavkirin”

Lalish Duhok

Herêma Armînya biryar da Pirstgehak ji bo Êzidiyan ava bike ku dibe mezintrîn dwem pirestgeh piştî Pirstgeha laliş li herema Kurdistana Iraqê

Lalish Duhok