February 08, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serok Barzanî: Rewşa Kurdistanê ji Efxanistanê cuda ye, em xwedî Pêşmerge ne

Serok Barzanî: Rewşa Kurdistanê ji Efxanistanê cuda ye, em xwedî Pêşmerge ne

Hewlêr (Rûdaw) Serok Mesûd Barzanî îro derbarê bûyerên li Efxanistanê, vegera Talibanê bo ser desthilatê û beramberkirina di navbera Herêma Kurdistan û Efxanistanê de ku ji aliyê hin kes û medyayê ve tê kirin, belav kir û ragihand, cudahiyeke mezin di navbera Efxanistan û Kurdistanê de heye û tekez dike, “Pêşmergeyên me yên qehreman û hêza me heye û ji her tiştî giringtir, em milletekî xwedan îrade û doz in.”

Serok Barzanî di peyama xwe de ku îro Yekşemî 22ê Tebaxê belav kiriye, dibêje: “Piştî rûdanên Efxanîstanê dema çend rojan e grûpeke siyasî û medyayî ber bi dirustkirina nîgeranî û bêhêvîtiyê di nav xelkê Kurdistanê de, kar ji bo beramberkirina di navbera Herêma Kurdistan û Efxanistanê de dikin.”

Barzanî amaje bi wê yekê dike, ku di navbera Efxanistanê û Kurdistanê de cudahiyek mezin heye û destnîşan dike: “Cudahiyek mezin jî di navbera Pêşmerge û artêşa Efxanistanê de heye. Pêşmerge ji dîrok û xwîn û rondikên gelê Kurdistanê ye. Xwediyê sedan destanên dîrokî û qehremaniyê ye. Mînakên destana Korê û têkşikandina efsaneya DAIŞê û destanên Pirdê û Sihêla ye ku neyarên Kurdistanê plana wê yekê hebûn îradeya gelê Kurdistanê bişkînin, lê belê Pêşmerge û gelê Kurdistanê bi xweragirî û îradeya xwe ya ji pola plana neyar û dijminan hilweşand.”

Bi gotina Serok Barzanî rewşa Kurdistanê ji rewşa hemû cihên din ên cîhanê cudatir e û diyar dike: “Dixwazim xelkê Kurdistanê ji wê yekê piştrast bikim ku rewşa Kurdistanê cudahiyeke mezin heye li gel hemû cihên din. Spas ji bo xwedayê mezin, pêşmergeyên me yên qehreman û hêza me heye û ji her tiştî giringtir jî em milletekî xwedî îrade û doz in.”

Li gel destpêkirina vekişîna hêzên NATO û Amerîkayê ji Efxanistanê, tevgera Talibanê êrişên xwe bo ser hêzên hikûmeta wî welatî zêde kirin û di 15ê vê mehê (Tebax) de Kabul a paytexta welat kontrol kirin û dest danîn ser rêveberiya welat.

Di dema êrişên Talibanê de, hêzên artêşa Efxanistanê li piraniya bajar û parêzgehan şer nekirin an gelek kêm şer kirin û piraniya bajar û navçeyan bêyî şer radestî çekdarên Talibanê kirin.

Serok Barzanî di beşeke din a peyama xwe de dibêje: “Her kesek jî bixwaze bêhêvîtî û xwe bi kêmzanîn û beramberiyên nebicîh di nav xelkê de belav bike, diyar e hêj jî nekariye ji îrade û berxwedana gelê xwe têbigihe.”

Peyama serok Barzanî bi vî awayî ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Piştî rûdanên Efxanîstanê dema çend rojan e grûpeke siyasî û medyayî ber bi dirustkirina nîgeranî û bêhêvîtiyê di nav xelkê Kurdistanê de, kar ji bo beramberkirina di navbera Herêma Kurdistan û Efxanistanê de dikin. Li vir pêwîst e hemû alî baş bizanin ku her milletek eger pişt bi xwe û şiyanên xwe girênede, herdem egera gef û jinavçûnê li ser heye. Piştgiriya xelkê jî wê demê qîmeta xwe heye û bi bandor dibe ku em bi xwe hebin û îradeya me hebe.

Cûdahiyeke zêde li navbera Efxanîstan û Kurdistanê da heye. Cûdahiyeke zêde jî li navbera Pêşmerge û artêşa Efxanîstanê de heye. Pêşmerge zadeyê dîrok û xwîn û rondikên gelê Kurdistane. Xwediyê sedan destanên dîrokî û qehremaniyê ye. Mînakên destana Korê û têkşikandina efsaneya Da’îş û destanên Pirdê û Sihêla ku neyarên Kurdistanê plana wê yekê hebû îradeya gelê Kurdistanê bişkînin, lê belê Pêşmerge û gelê Kurdistanê bi xweragirî û îradeya polayî plana neyar û dijminan hilweşand.

Li vir da dixwazim xelkê Kurdistanê ji wê yekê piştrast bikim ku rewşa Kurdistanê cûdahiyeke zêde heye li gel hemû cihên din. Spas ji bo xwedayê mezin me Pêşmergeyên qehreman û hêza me heye û ji hemûyan jî girîngtir mîlletekîn xwedî îrade û dozekî ne. Eger dijmin û nehezan jî xeyala wan hebûbe azara xelkê Kurdistanê bidin tu demekê bi hêsanî ji bo wan neçûye serî û bi piştrastî di paşerojê de jî bi hêsanî ji bo wan naçe serî. Her kesek jî bixwaze bêhêvî û xwe bi kêmzanîn û beramberiyên nebicîh di nav xelkê de belav bike, xuya ye ku hê jî nekariye ji îrade û berxwedana gelê xwe têbigihe.

Mesûd Barzanî

22.08.2021

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi