Cejina Çarşema Sor Cejina civaka Kurdên Êzîdîya ye
Pîrozbahîya helbestvan Seyrana Celad
Çarşema Serê Nîsanê Şêx Adî,
Şêxalê Şemsa xweste dîwanê,
De qayîm bikin dîn û îmanê,
Eva eyda (cejin) Kurdistanê.
Cejina Çarşema Sor, Çarşema Serê Nîsanê, Cejina Melekê Tawus – Cejina civaka Kurdên Êzîdîya ye, roja afirandina cîhanê, peydebûna xêr û bereketa axê ye, roja destpêka aşitî û aramîyê ye.
Meha Nîsanê xweza rengê xwe diguhêre, der – dor şîn dibe, kulîlkên reng bi reng dibişkivin, gul vedidin.
Di meha Nîsanê da Êzîdî daweta nakin, bûka naxemilînin, ji ber ku meha Nîsanê bi xwe Bûka Salê ye.
Lê dema Sovyêtê Êzdîyê Kovkasîyayê ev cejin nekirine, paşî fermana sala 2014 – a îdî li her deran em cejina xwe derbas dikin.
Bi navê Şêx Adî jî van gotinan dibêjin :
Çarşema Serê Nîsanê Şêx Adî,
Şêxalê Şemsa xweste dîwanê,
De qayîm bikin dîn û îmanê,
Eva eyda (cejin) Kurdistanê.
Em gelekî dirêj dikarin şirove bikin, ji ber ku dîn û ola me pir kûr e, tu kes nikare hetanî dawîyê lêkolînê bike û her tişt zanibe.
Ez bi dil û can eyda Çarşema Sor li Netew û Civaka xwe, Êzdîxana xwe pîroz dikim, bila pencê Royê ser gelê min be, ji ferman û xayînan dûr be.
Li jêr helbesteke dayka Seyranê – Hinara Tajdîn bixwînin, ku helbestvanîya wê ji rojnameya RYA TEZE destpê bûye û di malpera RIATAZA da berdewam dibe.
ÇARŞEMA SOR E
Hinara Tajdîn
Keç, xortê me hev civîyane,
Çêkirine wana xweş dîlane
Ber zîyareta Lalişa Nûranî
Çirê vêdixin bo ruhê şehîdê ketî.
Bilbil dua sivê dixwend,
Gela dil kul girtin govend,
Micewira beyt, qewl digot
Dil, ceger me wan şewat disot.
Rabin bira, werin xûşkno,
Tengezer im ez, delîlo – jaro,
Ew xet, rêzê qewlê zêndî
Behrê kûr in pir dewlemendî.
Govend bila bimilmile,
Bistirên şarûr û bilbile,
Deng bilindkin eşqa dile
Pîrozkin Çarşema Sore.
Hewar gidî me birîyane,
Deng û sewda bilbilane
Ber guhistîye gozelane,
Mera nenalî qet çahane.
Derdo, te ez kirim mecbûr,
Destên min da digrî tembûr
Sîmê tembûr nalîyan bi kûr,
Belabûn yêrên nêzîke dûr.
Min go:-Hewar, sed car hewar,
Çi hat serê me sala par?
Kişîyan behrên xwînêye sor
Nalîyam ser dilê xwey, evdalî kor.
Hinara Tajdîn: ji pirtûka KULA ŞENGALÊ
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
