شبكة لالش الاعلامية

Li Şingalê jî hişkesalî hate ragehandin

Li Şingalê jî hişkesalî hate ragehandin

BasNews – Rêveberê çandiniyê li qeza Şingalê diyar kir ji ber nebarîna baranê hemû genime li Şingalê hatiye çandin rastî hişkbûnê hat. Îsal li Şingalê ji ber hişkesaliyê ti berhemek tine.

Rêveberê çandinê li qeza Şingalê Şeref Nayif ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hemû dexilûdanê li Şingalê hatiye çandin sedî 100 ber bi hişkbûnê ve çûye. Ti berhemek jî nayêt, bi taybet jî ew erdê li ber baranan hatiye çandin. Ji ber barîna baranê çênebû û hemû ji ber nebarîna baranê pûç bûye û ti berhemek jî nayê. Lewra ev hişkesaliyê radigehînin û pêwîste piştevanî û hevkariya cotkarên Şingalê bê kirin ku bikarin sala bê berdewamî bikarê xwe yê çandiniyê bikin.’’

Herwaha got: ‘’Ti piştevanî ji aliyê Bexdayê ve ji cotkarên Şingalê re nehatiye kirin. Em daxwazê dikin tovê genim û amûrên avdanê û rêşandinê û hemû pêwîstiyên çandiniyê bo cotkarên Şingalê bên dabîn kirin ku cotkar bikarin sala bê kare xwe bikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Herêma Kurdistanê 17 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Lalish Duhok

Dadgeha Duhokê ji bo kujerê keça Êzdî Axîna 6 salî û bavê wê biryara darvekirinê da

Lalish Duhok

Biruskên Serxweşîyê bo yek ji serokên civaka êzdîyên Kurdistanê Şêx Şamo III

Lalish Duhok