شبكة لالش الاعلامية

Sekreterê NATO: Pêwîste hemû endamên NATO bi yek helwêstê tevbigerin

Sekreterê NATO: Pêwîste hemû endamên NATO bi yek helwêstê tevbigerin

BasNews – Sekreterê NATOyê da xuyakirin, Tirkiye hevpeymaneke giring e û divê daxwazên wan yên derbarî ewlekariyê de bên gotûbêjkirin.

Sekreterê Giştiyê NATO Jens Stoltenber û Wezîrê Derveyê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu pêwendiyeke telefonê encamdan.

Stenltenberg li ser twîtterê da xuyakirin, wî bi Çavuşoglu re li ser biryara Fînlanda û Swîdê bo endamtiya NATOyê axivî ne û da xuyakirin ku Tirkiye hevpeymaneke bi nirx e û divê gumanên wanê derbarî ewlekariyê de werin gotûbêjkirin.

Stoltenberg got, di vê dema dîrokî de, pêwîst e hemû welatên endam bi yek helwestî tevbigerin.

Peyvdara Koşka Spî jî da xuyakirin, ew bawer dikin, derbarî proseya endamtiya Fînlanda û Swîdê de, bi Tirkiyeyê re bigihin rêkeftinê.

Ev yek piştî wê tê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja înê ragihandibû, Enqere egera ku Fînlanda û Swêd bibin endamê NATOyê erênî nabîne, ji ber ku “welatên Skandînavyayê mêvandariya rêxistinên terorîstî dikin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Filistîn: Heta niha 63 bingehên hikûmetê hatine bombebarankirin

Lalish Duhok

Nûneratya Bingehê‌ Laliş li Hewlêrê‌ harîkaryan pêşkêşî awarên êzidî dike

Lalish Duhok

Naveroka civîna îro ya Encûmena Wezîran hat aşkerekirin

Lalish Duhok