شبكة لالش الاعلامية

Li Duhokê bajarekî 3400 salî hat dîtin

Li Duhokê bajarekî 3400 salî hat dîtin

Duhok (K24) – Li navçeya Sêmêlê ya ser bi parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê bajarekî ku dîroka wî vedigere 3400 salan hat dîtin.

Ji ber ku asta ava Bendava Mûsilê kêm bû, piştî 40 salan ev bajarê dîrokî hat dîtin. Şûnwarnas diyar dikin ku dîtina vî bajarî belgeyek e li ser şaristanî û dîroka Kurdistanê.

Li gor tekstên bismarî ku di xebatên lêkolînê de hatine dîtin, ev bajar navendeke girîng a şaristanî ya Mîtanî bûye û gelek avahî tê de hene.

Kurdistan xwedî dîrok û şaristaniyeke kevnar e, dîtina şûnwarên dîrokî jî belgeyên herî baş in li ser dîroka Kurdistanê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Eskere Boyik:Ez komkujya bajarê Parîzê, bi dilê êș șermezar dikim

Lalish Duhok

Serok Barzanî razemendî li ser “kota” êzdya da

Lalish Duhok

Rawêjkarê Serokê Herêma Kurdistanê bo karubarên Êzidiyan: Heta neha 15 welatan keysa Êzidiyan bi cînosaîd nasandîye.

Lalish Duhok