شبكة لالش الاعلامية

Hikûmeta Kurdistanê raporta duyem a çaksaziyê şand Parlamentoyê

Hikûmeta Kurdistanê raporta duyem a çaksaziyê şand Parlamentoyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Komîteya Destpakiyê ya Parlamentoya Kurdistanê ragihand, îro 26.4.2021ê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê raporta duyem a pêngavên cibicîkirina Yasaya Çaksaziyê şand Parlamentoya Kurdistanê.

Endamê Komîteya Destpakiyê Weysî Seîd ji K24ê re ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro raporta duyem a pêngavên cibicîkirina Yasaya Çaksaziyê şand Parlamentoya Kurdistanê.

Pêştir Cîgirê Seroka Parlamentoyê Hêmin Hewramî ragihand, raporta duyem ji raporta yekem cuda ye û tê de zêdetir data û zanyarî derbarê cibicîkirina Yasaya Çaksaziyê hene.

Biryar e piştî gihîştina wê raportê ber destê Desteya Serokatiya Parlamentoyê, ji bo Komîteya Destpakiyê û tevahiya endamên Parlamentoyê were şandin, Komîteya Darayî jî raportekê li ser wê amade dike û Hikûmeta û Parlamentoyê dê wê raportê gengeşe bikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Beşdarîbûna Mala Êzdiyan, a di şahiya bajar û xelqên Oldenburg‘ ê de pîroz dikim!

Lalish Duhok

Bedirxanî û Çapemeniya Kurdî, Wek Nimûne Rojnameya Stêr

Lalish Duhok

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo roja cejna karkerên cîhanê peyamek belav kir

Lalish Duhok