شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî ji bo bîranîna Enfala Badînanê: Divê dewleta Iraqê jenosîd û wan tawan û zilman qerebû bike

Serok Barzanî ji bo bîranîna Enfala Badînanê: Divê dewleta Iraqê jenosîd û wan tawan û zilman qerebû bike

Tora Laliş ya mediyay

Îro Mesûd Barzanî bi merema li bîr anîna 35 salan li ser Enfala Badînan peyamek belavkir û di peyama xwe da di bêje ”gelê Kurdistanê xwedî îrade û dozeke rewa bû û ti car li hember wan tawan û sitemkariyên dijminan xwe neda dest. Wan dijmin û tawanbaran bûn ku baca xeletî û tawanên xwe dan. Ev derseke mezin e ji bo ewladên gelê me û him jî ji bo neyar û nehezên gelê Kurdistanê.”

ev ji deqê peyama serok Mesûd Barzanî ye bi dirêjî

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Di dirêjahiya wan rêzetawan û karesatên di sedsala borî de li dijî Kurdên Feylî û ewladên gelê me yên li Barzan û Germiyan û Helebce û cihên din hatin encamdan, sî û pênc sal berê rejîma berê ya Iraqê di qonaxa herî dawî ya proseya Enfalê de piştî bombebaran û kîmyabarankirina piraniya mezin a devera Badînanê, xelkê wan navçe û pêkhateyên rûbirûyî girtin û windakirin û raguhestinê kirin.

Hikûmeta wê demê ya Iraqê li ber çavê cîhanê bi sed hezaran serbaz û çekên bizdandinê li dijî nişteciyên bêtawan ên Badînanê bi kar anîn. Armanca wê kiryarê şikanduna îradeya şoreşgeriya Badînanê bû, lê belê gelê Kurdistanê xwedî îrade û dozeke rewa bû û ti car li hember wan tawan û sitemkariyên dijminan xwe neda dest. Wan dijmin û tawanbaran bûn ku baca xeletî û tawanên xwe dan. Ev derseke mezin e ji bo ewladên gelê me û him jî ji bo neyar û nehezên gelê Kurdistanê.

Di salvegera Enfala Badînanê de em silavan ji bo giyanê pak ê şehîdan û enfalkiriyan dişînin û tekezî li wê yekê dikin ku divê dewleta Iraqê jenosîd û wan tawan û zilman qerebû bike ku derheqê miletê me de hatine kirin.

Mesûd Barzanî

25ê Tebaxa 2023an

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Herêma Kurdistanê 1626 kesên din bi Koronayê ketin

Lalish Duhok

Desteyeka nû bo Bingehê Laliş Tayê Şarya hate helbijartin.

Lalish Duhok

Jineka mesîhî bû seroka desteya mafên mirov ya Kurdistanê

Lalish Duhok