شبكة لالش الاعلامية

Serokê hikûmeta Kurdistanê rizamendî da: Êdî zarokên otîstîk dê belaş bên dermankirin

Serokê hikûmeta Kurdistanê rizamendî da: Êdî zarokên otîstîk dê belaş bên dermankirin

BasNews – Serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî rizamendî li ser wê yekê nîşan da zarokên ku bi nexweşiya otîzmê ketine, bê beramber bên dermankirin.

Hikûmeta Kurdistanê ragehandiye, serokê hikûmetê Mesrûr Barzanî rizamendî li ser wê yekê nîşan da êdî zarokên ku nexweşiya wan ya otîzmê heye, li ser xercê hikûmetê bên dermankirin.

Hikûmetê daye zanîn, ew biryara han bo berçavgirtina rewşa darayî ya malbatên nexweşan hatiye dayîn û êdî zarokên ku otîzma wan heye dê li nexweşxaneyên hikûmetê belaş bên dermankirin.

Di daxuyaniya hikûmetê de hatiye gotin, bo vê jî wezaretên tenduristî û karûbarên civakî hatine raspardin da ku hemahengiyên pêwîst bikin da ku zarokên otîstîk ji hemû xizmetguzariyên tenduristî sûdmend bibin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kurdên Êzidî yên gundê Kîwexê vedigerin cih û warê xwe

Lalish Duhok

Keçeke kurd a êzîdî ji bo namzediya ‘Şahciwana Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê’ namzet e.

Lalish Duhok

Gencên Başûrê Kurdistanê bo çi berê xwe didin Ewropa?

Lalish Duhok