شبكة لالش الاعلامية

Tirkiyê binkeyeke tendirustiyê li Şingalê bombebaran kir

Tirkiyê binkeyeke tendirustiyê li Şingalê bombebaran kir

Hewlêr (Rûdaw) – Firokeyeke şer îro navçeyeke li qezaya Şingalê bombebaran kir.

Li gor zanyariyan, di êrişê de binkeyeke tendirustiyê li gundê Sikêniyê hatiye armanckirin.

Medyaya ser bi PKKê ve jî ragihandiye, êriş ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye pêkanîn û navendeke tendirustiyê li gundê Sikêniyê ya Şingalê hatiye armanckirin.

Bi gotina medyaya ser bi PKKê ve di bombebaranê de birîndar hene, lê ti amarek nehatiye zanîn.

Artêşa Tirkiyê derbarê êrişê de hêj tiştek belav nekiriye.

Di nava du rojan de ev duyemîn car e ku navçeya Şingalê tê bombebarankirin.

Doh Duşemê 16ê Tebaxê jî navenda qezaya Şingalê hatibû bombebarankirin û di encamê de fermandarekî YBŞê yê bi navê Seîd Hesen û şervanekî YBŞê hatibûn kuştin û 3 kes birîndar bûbûn.

YBŞê û Heşda Şeibî herdu aliyan bi du daxuyaniyên cuda ragihandin, ku Seîd Hesen fermandarê wan bûye. Heşda Şeibî gotiye, Seîd Hesen fermandarekî hêza wan a Êzdî bûye.

YBŞê destnîşan kiribû, ku êriş ji aliyê artêşa Tirkiyê ve û di 3mîn salvegera kuştina Zekî Şingalî de hatiye pêkanîn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Destpêka sala xwendinê ya 2022 – 2023an li Herêma Kurdistanê hat diyarkirin

Lalish Duhok

Bingehê Laliş Pîrozbahîyê Li Yarsan(Kakeyî)yan Dike.

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Endonezya li Iraqê kir

Lalish Duhok