شبكة لالش الاعلامية

YBŞê li Şingalê êrişî tîma Rûdawê kir

YBŞê li Şingalê êrişî tîma Rûdawê kir

Hewlêr (Rûdaw) Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Duhokê Nasir Elî ragihand ku şervanên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) êrîşî ser tîma Rûdawê kirin û Peyamnêrê Rûdawê Tehsîn Qasim jî birîndar kirine.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Duhokê Nasir Elî ragihand îro Sêşemê 17ê Tebaxa 2021ê li Şingalê tîma Rûdawê rastî êrişa şervanên YBŞê hat.

Nasir Elî diyar kir ku dema tîma Rûdawê dixwest rûmala bombebarankirina binkeya tenduristiyê li Şingalê bike ji aliyê şervanên YBŞ êrîşê ser wan hat kirin û Peyamnêrê Rûdawê Tehsîn Qasim birîndar kirin.

Peyamnêrê me herwiha da zanîn ku şervanên YBŞê otomobîl, kamera û kelûpelên tîna Rûdawê  bi xwe re birine.

Peyamnêrê Rûdawê li Şingalê Tehsîn Qasim

Otomobîla tîma Rûdawê li Şingalê

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Kafeya Zembûlê tenê jin kar dikin

Lalish Duhok

Şanda Hikûmeta Herêmê li ser pirsa yasaya petrol û gazê ligel Wezareta Petrola Iraqê civiya

Lalish Duhok

Bingehê laliş wê bi çalakîyên cora û cor sax kirina karesata Şingalê li bîr bîne

Lalish Duhok