شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî: Divê em hemû hewlên xwe bidin bo dabînkirina asayişa av û xorakê

Mesrûr Barzanî: Divê em hemû hewlên xwe bidin bo dabînkirina asayişa av û xorakê

BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand, pêwîst e her hewlek bê dayîn bo dabînkirina asayişa av û xorakê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro serdana wezareta çandinî û çavkaniyên avê ya Krudistanê kir û bi wezîr û berpirsên din yên wezaretê re civiya.

Mesrûr Barzanî di civînê de ragehand, kabîneya nehem ya hikûmeta Kurdistanê girîngiyek mezin dide çandinî û avê û dê li ser vê yekê jî berdewam be.

Serokê hikûmeta Kurdistanê behsa hederdana avê û girîngiya parastina avê û çêkirina bendavan û depokirina avê kir û ragehand, erka serekî ya hikûmet û welatiyan parastina avê û hedernedana wê ye.

Mesrûr Barzanî li ser asayişa xorak û avê jî got, divê em hemû hewlên xwe bidin bo dabînkirina asayişa xorak û avê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kempa Khankê .. Vekirina dewreyên haydariyê bi hemahengî digel Heyva Sor

Lalish Duhok

Belcîkayê komkujiya Kurdên Êzdî weke jenosîd nasand

Lalish Duhok

Bingehê lalish daxwaz ji Amrîka di ke ku harîkar bit ji bo rzgar kirina revandîyên Êzidî

Lalish Duhok