Mesrûr Barzanî: Divê em hemû hewlên xwe bidin bo dabînkirina asayişa av û xorakê
BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand, pêwîst e her hewlek bê dayîn bo dabînkirina asayişa av û xorakê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro serdana wezareta çandinî û çavkaniyên avê ya Krudistanê kir û bi wezîr û berpirsên din yên wezaretê re civiya.
Mesrûr Barzanî di civînê de ragehand, kabîneya nehem ya hikûmeta Kurdistanê girîngiyek mezin dide çandinî û avê û dê li ser vê yekê jî berdewam be.
Serokê hikûmeta Kurdistanê behsa hederdana avê û girîngiya parastina avê û çêkirina bendavan û depokirina avê kir û ragehand, erka serekî ya hikûmet û welatiyan parastina avê û hedernedana wê ye.
Mesrûr Barzanî li ser asayişa xorak û avê jî got, divê em hemû hewlên xwe bidin bo dabînkirina asayişa xorak û avê.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî