شبكة لالش الاعلامية

Keçeke revandiya din a êzdî li kampa Hol a Sûriyê hat rizgar kirin

Keçeke revandiya din a êzdî li kampa Hol a Sûriyê hat rizgar kirin

BasNews – Berpirsê ofîsa rizgar kirina revandiyên kurdên êzdî ragehand, îro keçeke din a kurd a êzdî li Sûriyê hate rizgar kirin.

Berpirsê ofîsa rizgar kirina revandiyên kurdên êzdî Husên Qaîdî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew keç xelkê Tilqeseb a ser bi qeza Şingalê ye û roja 3yê Tebaxa 2014ê ketibû dest çekdarên DAIŞê.’’

Herwaha got: ‘’Ew keç li kampa Hol a Sûriyê hatiye rizgar kirin û demekî nêzîk de dê bigehe nav kesûkarên xwe yên li Herêma Kurdistanê.’’

Qaîdî ragehand: ‘’Heta naha zêdetir ji 3500 kes ji dest çekdarên DAIŞê hatine rizgar kirin û hewldan berdewam dibin ji bo rizgar kirina revandiyên din ên êzdî, ku li her cîhekî bin.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî 8mars li jinên Kurd pîroz di ke

Lalish Duhok

Li navçeya Dêrebûnê simînarek li dor aştya komelayetî û rolê afretê di nava civakî da hat gêran

Lalish Duhok

Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê ji bo azadiyê xwîn û qurbanî dane

Lalish Duhok