شبكة لالش الاعلامية

5 kîlo zêr bi bûkê û 5 milyon TL jî bi zava ve kirin

5 kîlo zêr bi bûkê û 5 milyon TL jî bi zava ve kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê di daweta Buşra û Melîh Çalli da 5 kîlo zêr bi bûkê, 5 milyon TL jî bi bi zava ve kirin.

Kurê karsaz Bulent Çalli parêzer Melîh Çalli yê 26 salî û keça Naîf Çalli endezyara avahiyê Buşra Çalli ya 26 Sali ku her du jî ji kesên navdar ên eşîra Pinyanîşî ne, di 16 Temûzê de li paytexta Tirkiyê Enqerê zewicîn.

Wêne: DHA

undefined

Ji bo bûk û zava li Taxa Berçelan a Colemêrgê daweteke ku 2 şev û 2 rojan dewam kir hat lidarxistin.

Ji Colemêrg, Stenbol, Antalya, Wan, Rojhilatê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê bi qasî 2000 kes ku di nav wan de siyasetmedar, serokên saziyan û serokên eşîran jî hene, beşdarî dawetê bûn.

Wêne: DHA

Hete zanîn ku beşdarvanan di dawetê de bi dehan bazin, gerdenî, kemberên zêr jî di nav de nêzikî 5 kîlo zêr bi bûkê ve kirin û nêzikî 5 milyon TL jî bi zava ve kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Qaymqamê Qeza Şêxan rolê Bingehê Laliş bilind di nirxîne

Lalish Duhok

Hikûmeta Efxanistanê radestî Talîbanê tê kirin

Lalish Duhok

UNICEFê kuştina zarokekî li Şingalê di êrîşa Tirkiyê ya li dijî baregeha PKKê şermezar dike

Lalish Duhok