Peyamek ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve
BasNews – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya 13emîn salvegera ragehandin û beşdariya Tevgera Gorran a di proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê de, peyamekî pîrozbahiyê ji Tevgera Gorran re şand.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ji Tevgera Gorran re ragehand: ‘’Bi boneya 13emîn salvegera ragehandin û beşdariya Tevgera Gorran a di proseya siyasî de, pîrozbahî li hemû endam û berpirs û alîgirên Tevgera Gorran dikim û hêviya serkeftin û pêşketinê ji bo xizmeta xelkê Kurdistanê û rijdbûna li ser deskeft û pirsên niştimanî ji we re dixwazim.
Herwaha got: ‘’Hêvîdarim Tevgera Gorran wek aliyekî giring ê pêkanînerê kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê, li gel aliyên din ên beşdarên hikûmetê, zêdetir hemaheng û hewkar bin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê, karnameya çaksaziyê baştir bicîh bike û zêdetir xizmetê ji hemwelatiyên Herêma Kurdistanê re bike û paşerojekî geştir ji bo gelê Kurdistanê ava bike.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî