شبكة لالش الاعلامية

Bingehê Laliş pîrozbahî li berpirsê liqê yek yê PDK kir

Bingehê Laliş pîrozbahî li berpirsê liqê yek yê PDK kir
Tora Laliş/Duhok

Bi merema pîrozbahîkirina berêz”Elî Eunî” endamê kumîteya navendî ya Partî û berpirsê Liqê yek, şandek ji Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û civakî li Duhokê seredana baregayê Liqê kir.

Li rêkeftî 20î şûbata 2023, şandekê Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û civakî bi serokatiya berêz”Seîd Cirdo” Serokê Bingehî û endamên Desteya Bilind seredana baregayê Liqê yek yê Parta Dîmukrata Kurdistan kirin û ji alyê berêz Elî Eunî endamê Kumîteya navendî ya Partî û berpirsê Liqê yek bi germî ve hatin pêşwazîkirin.

Şandê Bingehê Laliş pîrozbahî li berpirsê Liqê kir bi helkefta wergrtina berprsiyaretiya Liqê yek û hîviya serkeftinê bo xwast di kar û erkê wî yê nû da.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Workşopek li dor rolê jinê dinava dam û dezgehên leşkerî û eminî da hate encamdan

Lalish Duhok

Barzanî li Bexdayê got: Serxwebûn mafê me ye!

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 2024 kesên din bi Koronayê ketin

Lalish Duhok