شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî: Silav li pênûsên ku xizmeta zimanê dayikê dikin

Nêçîrvan Barzanî: Silav li pênûsên ku xizmeta zimanê dayikê dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de tekezî li ser parastina zimanê Kurdî û hemû ziman û zaraveyên li Kurdistanê kir û ragihand: “Silav li wan pênûsên ku xizmeta zimanê dayikê dikin.”

Îro Sêşemê 21ê Sibata 2023, Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê ye. Bi vê helkeftê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser twitterê peyamek belav kiriye û tekezî li ser parastina zimanê Kurdî kiriye.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ragihandiye: “Di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de em tekezî li ser parastin û pêşxistina zimanê şîrîn ê Kurdî û hemû ziman û zaraveyên Kurdistanê dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a peyama xwe de gotiye: “Silav li wan pênûsên ku xizmeta zimanê dayikê dikin, pirzimanî û pirçandiya Kurdistanê diparêzin û ji bo pêkvejiyanê dixebitin.”

Neteweyên Yekbûyî (Komîteya UNESCO) di sala 1999an de 21ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê qebûl kir.

Her sal 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye û hemû gelên cîhanê bi çalakiyên curbecur vê rojê pîroz dikin.

Li cîhanê 6000 ziman hene, lê gelek ji wan di xetereya windabûnê de ne. Piraniya mirovan bi 100 zimanan diaxivin û zimanê Kurdî di rêza 59emîn a cîhanê de ye.

Kurdî pênc zaraveyên xwe yên sereke hene ku her yek ji wan ji çend şêwezaraveyan (devokan) pêk tê:

Zaraveya Goranî: Hewramî, Kendûleyî, Bacelanî

Zaraveya Zazakî: Zazakiya Jorîn (Dêrsim), Zazakiya Navîn (Amed), Zazakiya Jêrîn (Ruha)

Zaraveya Kurmanciya Jorîn: Serhedî, Badînî, Botanî, Rojavayî

Zaraveya Kurmanciya Jêrîn: Kelhorî, Feyî, Kirmaşanî

Zaraveya Kurmanciya Navendî: Soranî, Mukrî, Silêmanî, Germiyanî, Erdelanî

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ruydaneka agrberbûnê li kempa Şarya çêbû û çar xîvet bi temamî sotin Nêzîkî demjmêr 2:00 berê sibeha îroheşt xîvetên awareyên Şingalê li kempa Şarya li sinûrê deverdariya Sêmêlê sotin û ziyan gehştine çar xîvetên dî. Pîr Deyan Ce’fer, rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê bo gav got: li berê sibeha îro roja duşembî ruydaneka agrberbûnê li kempa şarya çêbû û çar xîvet bi temamî û çarên dîjî nîv nîve hatin sotin û çi zyanên giyanî nebûn, belku zyan bitenê madî bûn. Amaje da wê çendê jî, ruydana sotina xîvetan ji egerê şortekê karebê bûye û tîmên agrvemrandinê gehştîne cihê ruydanê û berî agr berfrehbibe, hatiye kuntrolkirin. Rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê da zanîn jî, tevahiya kelupelên pêdvî ji layê wan ve bo ziyan vêkeftyan hatîne dabînkirin û cihê xîvetan dê hête paqjkirin û xîvetên nuy dê bi wan hêne danan.

Lalish Duhok

Bingehê‌ laliş pîrozbahî li 83 salya parta Şuyî ya Kurdistanê‌ kir

Lalish Duhok

Keçeke Êzidî ya ji destê DAIŞê rizgar bûye dest bi jiyaneke nû kiriye

Lalish Duhok