شبكة لالش الاعلامية

Keçeke Êzidî ya ji destê DAIŞê rizgar bûye dest bi jiyaneke nû kiriye

Keçeke Êzidî ya ji destê DAIŞê rizgar bûye dest bi jiyaneke nû kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Keça Kurd a Êzidî Fayza Kemal ku li kampa Reşane ya li parêzgeha Duhokê dimîne, berî 3 salan di rojeke wek îro de ji destê DAIŞê hat rizgarkirin, jiyana xwe guhartiye û bi şahî bi malbata xwe re dijî.

Fayza Kemal du wêneyên xwe yên cuda belav kirin û nivîs: “Îro 24ê Îlonê, salvegera rizgarbûna min e. Cudahiya di navbera her du wêneyan de, tenê 3 sal in. Di vê heyamê de jiyana min hat guhartin û bi malbata xwe şa bûme. Niha bi azadiyane dijîm.”

Ev keça Êzidî ya ji destê DAIŞê rizgar bûye, niha bi rêxistineke mafên mirovan re xizmeta rizgarbûyên din ên destê DAIŞê dike û kar ji bo bidestanîna mafên wan dike.

Çekdarên DAIŞê di 3ê Tabaxa 2014an de êrîşî Şingalê û derdora wê kir û zêdetir ji 5 hezar Kurdên Êzidî kuştin, bi hezaran kes revandin, her wiha bi sedhezaran jî koçber bûn. 

Li gor amarên Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidî, 6417 kes ji aliyê DAIŞê hatibûn revandin û heta niha 3554 kes hatine rizgarkirin.

00CH

Fayza Kemal

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

xembarîn û serexoşî bi wexerkirna semaheta” Mîr Tehsîn Beg”

Lalish Duhok

Kelha xweparastinê: Kelha Kurdan

Lalish Duhok

Serokê berê yê Fransayê rola Pêşmerge bilind dinerxîn e

Lalish Duhok