شبكة لالش الاعلامية

Li Şêxanê agir bi kampa koçberên Şingalê ket

Li Şêxanê agir bi kampa koçberên Şingalê ket

Hewlêr (Rûdaw) Li Kampa Şêxanê ya taybet bi aware û koçberên Şingalê şewat derket û li gor zanyariyên destpêkê di encama şewatê de 4 çadir şewitîne.

Li gor agahiyan şewat îro berî nîvro demjimêr di 11:00 de çê bûye. Tîmên agirvemirandinê û hêzên polîs gihîştin cihê bûyerê û dest bi kontrolkirina agir hat kirin.

Rêvebirê Navenda Hevahengî û Bersivdana Krîzan li Duhokê, Pîr Deyan ji Rûdawê re ragihand, “agirê li Kampa Şêxanê hatiye kontrolkirin û zirar tenê maddî bûne û zirarên canî nebûne.”

Pîr Deyan diyar kir, tîmên wan niha ji bo dabînkirina pêwîstiyên malbatên mexdûr mijûlî amadekirina raportekê ne.

Derbarê sedema derketina agir de Pîr Deyan ragihand, “heta niha nehatiye zanîn sedema şewatê çî ye, lê belê egereke zêde ye ji ber kontakta elektrîkê be, çimku piraniya şewatên li kampan bi sedema kontakta elektrîkê bûne.”

Navçeya Şêxanê ser bi parêzgeha Duhokê ye û hejmarek koçberên Kurdê Êzdî yên ji Şingalê li sînorê wê navçeyê dijîn.

Piştî êrîşa DAIŞê bo ser Şingalê û deverên din ên ku Kurdên Êzdî lê dijîn, bi sedan hezar kes xelkên Şingalê û wan deveran koçberî Herêma Kurdistanê û bi taybet parêzgeha Duhokê bûn.

Li gor amarên fermî, zêdetirî 330 hezar koçberên Şingalê li parêzgeha Duhokê ne, ku piraniya wan li kampan hatine bicihkirin û hejmarek ji wan jî li nav bajarê Duhokê û bajarokên wê parêzgehê dijîn.

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî: Bingehê Laliş xizmeteka berçav pêşêşî kultura gelê Kurdistanê û parastina nerîtên civaka êzîdî kiriye.

Lalish Duhok

Leşkerên Almanya li Kurdistanê dimînin

Lalish Duhok

Barzanî serdana sengerên pêşmerge li bereyê Guwêr–Mexmur kir

Lalish Duhok