شبكة لالش الاعلامية

4 Milyar dînar bo avakirina Mezargehên Êzdiyan wê werin mezaxtin

4 Milyar dînar bo avakirina Mezargehên Êzdiyan wê werin mezaxtin
Tora Laliş ya ragehandinê /Cîhan Ebo

Birîkarê Serokê Dîwana Euqafa Ayînên Kirstiyan , Êzdî , Sabiye û Mendayîn bo karubarên ayînî û civakî aşkerakir eger hikumeta nû ya Iraqê hate pêkanîn û bûdceya sala 2022 hate pesendkirin, kûjmeya çar milyar dînaran bo avakirina Mezargehên Êzdiyan hatye terxankirin.

Dîsan qewal Silêman Sifu,Birîkarê Serokê Dîwana Euqafa Ayînî jibo rojnama Dengê Laliş zelalkir, hêşta hikumeta nû ya Iraqê nehatye pêkînan û bûdceya sala 2022jî nehatye pesendkirin û vê çendê karîgerya xo hebuye, jiberku dibûdceya evsale da 10milyar dînar bo Euqafê hatîne terxankirin û ji vî gujmey çar milyar dînar bo avakirina Mezargehên Êzdiyan hatîne terxankirin û dibt bête kêmkirin yan zêdekirin.

Ew çende jî aşkerakir, ev kujmê hatye diyarkirin bo avakirina Mezargehên ayînî yên Êzdiyan li Şingal û Welat Şêx û Başîk û Behzanê dê ête mezaxtin.

 

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Hewlêrê bi amadebûna Serok Barzanî roja niştimanî ya Fransa hat pîrozkirin

Lalish Duhok

Bi wêne: Di teqîna Amedê da 8 kes hatine kuştin û zêdetir ji 100 kesan jî bîrîndar bûn

Lalish Duhok

Zaxo – Hejmara kuştiyên topbarana artêşa Tirkiyê zêde bû

Lalish Duhok