شبكة لالش الاعلامية

Segvan Silêman: Bîrhatineke Qenatê Kurdo û Pîr Xidir Silêman

Segvan silêman: Bîrhatineke Qenatê Kurdo û Pîr Xidir Silêman
Segvan Silêman
Xudê jê razî mamosta û nivîser Pîr Xidir Silêman helwîst û bîrhatin di gel çendîn kesayetiya hebuyne, êk ji wan nivîserê bi nav û deng xudê jê razî Qenatê Kurdoye.
Canbehiştî li zivistana sala 2019an di peşkêşkirina siminarekê de derbarey vê bîrhatinê wesa di bêjit “Rojekê li Zanîngeha Bexda Para Ziman û Wêjeya Kurdî mamostayê me gote me mirovekî we hatiye û dixwaze we bibîne. Em di holekê de civyan, me dît ew Mîroyê Esede ji Ermenistsnê hatiye û berpirsê rojnama Riya Teze ye.

Wî ji mere behsa wêjeya kurdî li sofyêtê kir û got Qenatê Kordo mamostayê meye. Wî demî min hinek zanyarî li dor pêşve çona wêjeya Kurdî li Sovyêtê hebun û min nav û nîşanê Qenatê Kurdo bi dest xove anî û namek ji bo wî nivîsand kû ez xortekî Êzidî me xwendevanim û helbesta di nivîsim. Min qet bawer nedikir ew zanayê mezin wî demî nameya min bibîne û bersiv bide, belê bi demekî nêzîk bersiva min da û min name ji wî wergirt. Di wê name de wî keyf xoşya xo bo xwandina me gencêt Êzidya diyar kir û daxwaz kirbû ez wan karêt din betal bikem û ji zarê oldaran bi nivîsar û têkistêt Êzidyatiyê ve mijûl bibim û berhev bikem. Nama wî jiyana min guhart û berê min da karekî herî bi rumet û hêja ew jî bawerya bab û kala û Êzidyatî û Êzidînasî bu. Wî demî karê nivîsandina têkistêt olî bi karekî asan nebu, piştî wî demî me nama Qenatê kurdo bire cem babe şêxê berê û ew keyf xweş dibe û vê name bi dilekî mezin qebul dike”.
Wek ya xweya ew buyer dibe buyereka mezin û girng di jiyana Pir Xidir de û her bi wê rêyê û vekirna vî dergehî beşekî mezin ji wêjeiya ola Êzdiya di ête berhevkirin û weşandin û navê Pîr Xidir her serkêş u yekem di mîne di vî warî de.

 

00CH

Open photoOpen photo

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Yek ji rewşenbîrê Êzidînasyê koça dawî kir

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwazî li Emîndarê Giştî yê Yekitiya Cîhana Misilmanan kir

Lalish Duhok

Bingehê Laliş Pîrozbahîyê Li Yarsan(Kakeyî)yan Dike.

Lalish Duhok