شبكة لالش الاعلامية

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li balyozê Pakistanê yê Iraqê kirSerokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li balyozê Pakistanê yê Iraqê kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li balyozê Pakistanê yê Iraqê kir

BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 10ê Mijdara 2021ê pêşwazî li Balyozê Pakistanê yê li Iraqê Ehmed Emced Elî kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Pakistanê silav û rêzên serkirdetiya Pakistanê gihande Serokwezîrê Herêma Kurdistanm û daxwaza welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê nîşan da, bi taybetî di warê veberhênan û danûstandinên bazirganî û perwerdehiyê de ji bo xwendekarên Herêma Kurdistanê li zanîngehên Pakistanê.

Balyozê Pakistanê herwiha bi pêzanînên xwe bal kişand ser pêşketin û avakirin û pêgeha girîng a Herêma Kurdistanê, ku weke faktora aramî û segamgîriyê ye li navçeyê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî tekezkirina li ser amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Pakistanê, behsa bernameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser hemecûrkirina aborî û çavkaniyên dahatê û pêşkêşkirina hêsankariya pêwîst ji bo veberhêneran kir.

Di civînê de herwiha derfetên kar û hemahengiya hevbeş ji bo mijarên cihê girîgiyê yê herdu aliyan in, hatin gotûbêjkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokwezîrê Iraqê: Gelê kurd bi dirêjayiya dîrokê rastî zulmê hatiye

Lalish Duhok

Li Sûriyê ji ber erdhejê 11 hezar malbat niha bêwar in

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 1626 kesên din bi Koronayê ketin

Lalish Duhok