شبكة لالش الاعلامية

Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Lîtwanyayê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Lîtwanyayê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Duşembê 17ê Çileya 2022an li ofîsa xwe li Hewlêra paytext pêşwazî li Wezîrê Derve yê Lîtwanyayê Gabrielius Landsbergis kir û civîna navbera wan dest pê kir.

Wezîrê Derve yê Lîtwanyayê êvara duh Yekşembê piştî serdana xwe ya bo Bexdayê gihîştibû Herêma Kurdistanê û li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hatibû pêşwazîkirin.

Gabrielius Landsbergis herwiha îro dê li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bicive.

Wezîrê Derve yê Lîtwanyayê berî ku serdana Hewlêrê bike, roja Yekşembê çûbû Bexdayê û li wê derê li gel Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî civiyabû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî: Girîng e hikûmeta nû ya Iraqê xizmetguzarî û derfetên kar pêşkêş bike

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwazî li Fermandarê Hêzên Hevpeymanan kir

Lalish Duhok

Mereş: Karesatên mirovî berdewam in

Lalish Duhok