MUSEYÎB AXUNDOV Nivîskarê pirtûka yekem a helbestan bi Kurdî
Hejarê Şamil
Kengê behsa Qezayê Kurdistanê (Kurdistana Sor 1923 – 1929) dikin, yek ji wan navên yekem ku, tê hişê mirov Museyib Axundov e. Ji ber ku Museyib Axundov nivîskarê yekemîn pirtûka helbestan li Azerbaycanê ye.
Ev kesayeta Kurd a fedekar, di xebata beşa kurdî ya li dibistana Pîşeyî de yê ku di sala 1932an de li bajarê Şûşayê (Komara Azerbaycanê) hatibû vekirin, rolek giring lêystibû.
Musêyibê Huseynkulu Axundov di sala 1886an de li gundê Minkendê yê navçeya Zengezûrê hatiye dinyayê. Perwerdeya xwe li dibistanê ku, ji aliyê Qeyseriya Rûyayê hatibû vekirin, dîtiye.
M. Axundov piştî damezrandina Yekîtiya Sovyetê li Bakurê Azerbaycanê, li paytexta Kurdistana Sor a berê Laçinê erkên curbecur meşandiye.
Di sala1932a de di beşa Kurdî ya dibistana pedagojîk a Şûşa de, wek serokê beşê xebitî. Di vê serdemê de pir hewildan û pêşengî kir ku, ciwanên Mînkendê û gundên derdorê bi zimanê Kurdî perwerde bibînin.
M.Axundov ji nêz ve bi edebiyatê re têkildar bû. Di sala 1936an de ji aliyê weşanxaneya dewletê AzerNeşr ve helbestên wî ya bi navê “Fêkiyên Aprel” (Fêkiyên Nîsanê) wek pirtûk hate weşandin.
Museyib Axundov piştî ji holêrakirina Kurdistana Sor li gundê Minkendê wek mamosteyê zimanê rûsî xebatên xwe yên perwerdehiyê domand. Di sala 1960 de ji navçeyê Laçînê wek delege hat şandin bo kongreya 4. a mamosteyên Azerbaycanê. Di heman kongreyê de M.Axundov bi madalyaya (orden) “Ala Sor a Karkeran”, ku 2mîn xelata herî bilind a Yekîtiya Sovyetê ye, hat xelatkirin.
Museyib Axundov di sala 1973 de li warê xwe de koça dawî kir.
Mûseyib Axundov her çendî di jiyana xwe de ji ber helwesta xwe ya Kurdî rastî zext û fişarên cûrbecûr hat jî, tu car jî dev ji hest û ramanên xwe ya Kurdewarî berneda.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî