شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî: Îraq serkeftî nebûye û Kurdistan dixwaze serbixwe be

Mesrûr Barzanî: Îraq serkeftî nebûye û Kurdistan dixwaze serbixwe be

Şîretkarê civata asayîşa herêmê û serokê borda zankoya Amerîka li Duhokê ragîhand; sîstemê Navdewletî nikare parêzgarîyê ji yekparçeyîya welatan bike û Kurdistan dixwaze serbixwe bibe.

Di konfiransê serxwebûna Kurdistanê da li zankoya Amerîka li Duhokê, Mesrûr Barzanî got: Îraq serkevtî nebûye di dana mafên Kurdan da û niha cudabûn ji Îraqê weku çareya nexuşyekê ye û nabe kêşeyên niha bimînin, ji berku bawerî dinavbera Hewlêr û Bexdayê da nemaye û pêdvîye danustandinên herdu alîyan êdî li ser binemayê du welatên cîran bin û hemû danustandin bo serxwebûnê bin.

Dupat jî kir, Kurdistan berhingarî hezaran awareyan bûye û bi taybet bajarê Duhokê û hêzên pêşmerge jî bi xuna xwe bergirî ji ax û awareyan kirîye û ezmûna Kurdistanê wekirîye ku êdî hemû alî boçûna serxwebûna Kurdistanê pesend bikin.

Mesrûr Barzanî da zanîn jî: pêdvîye şerê Daişê li bîra hemû alîyan be û bê zanîn ka Kurdistanê çi rol têda hebûye û çewa pêkhateyên olî û neteweyî parastin.

Li dawîyê jî da zanîn ku paşeroja deverê neya rûne, lê Kurdistan dixwaze serbixwe bibe û bi bawera wî, proseya sîyasî û danustandin, baştirîn rêye bo gihiştinê bi serxwebûnê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş: Rêsan Hesen stûneka bihêz a rewşenbîrya kurdî bû Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî bi yada wexera rewşenbîr û nivêskar Rêsan Hesen Cindî li bîrdîne. Em bi xemeka mezin û şanazîyeka mezinve yada wexera xwedê jê razî Rêsan Hesen Cindî li bîrdînin. Xwedê jê razî Rêsan Hesen, stûneka bihêz a rewşenbîrya kurdî bû û rolekî mezin hebû dinav civaka êzdîyan da, û berhemên ji hejî ji şun xweve hêlan ku xudan behayekî meznin dinav pertûkxaneya kurdîda. Em bi meznî li bîrdînîn û cihê wî behşta berîn be. Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî/ Duhok 30î mijdara 2023

Lalish Duhok

Êzidîyek dibe cêgirê serokê zanîngeha Duhokê

Lalish Duhok

Bingehê‌ laliş daxwazê‌ ji xelkê‌ deşta neynewa diketin harîkarîyê‌ digel hêzên pêşmergey bikin

Lalish Duhok